Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 140 hezar û 120 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 795 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 630 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 120 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 639 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 592 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 492 hezar û 977e.
Her weha 26 hezar û 237 kes mirine. 2 mîlyon û 379 hezar û 70 kes jî baş bûne.(EKN/AY)