Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 179 hezar û 419 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 489 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 675 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 132 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 803 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 765 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 449 hezar û 839e.
Her weha 25 hezar û 476 kes mirine. 2 mîlyon û 331 hezar û 314 kes jî baş bûne.(EKN/AY)