Duh 7 hezar û 381 kes bi Covîd-19ê ketine û 161 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 460 hezar û 916 kes bi Covîd-19ê ketine û 12 hezar û 672 kes jî pê mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 7 hezar û 381 kesên din peyda bûye. 161 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 12 hezar û 672an. Her weha 3 hezar û 678 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 162 hezar û 231 kesan hatiye kirin.
Heta niha 17 mîlyon û 568 hezar û 973 test hatiye çêkirin. 460 hezar û 916 kes bi nexweşiyê ketine û 12 hezar û 672 kes jî pê mirine.
Heta niha 381 hezar û 569 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.4e û hejmara nexweşên giran jî 4 hezar û 543e. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.