Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 232 hezar û 257 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 304 kesan pozîtîf derketiye, 48 kes pê mirine û 5 hezar û 103 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 38 milyon û 560 hezar û 60 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 19 milyon û 104 hezar û 997 kesan doza 2yem, 3 milyon û 460 hezar û 669 kesan doza sêyem, li ser hev 61 milyon û 125 hezar û 726 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)