Duh 7 hezar û 181 kes bi Covid-19ê ketine, 112 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 224 hezar û 150 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 181 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 112 kes jî mirine.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 224 hezar û 150 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 181 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 586 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 112 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 372 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 213 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 263 hezar û 697e.
Her weha 47 hezar û 768 kes mirine. 5 mîlyon û 131 hezar û 453 kes jî baş bûne. (KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.