Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 136 hezar û 418 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 562 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 641 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 128 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 6 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 634 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 477 hezar û 463e.
Her weha 25 hezar û 993 kes mirine. 2 mîlyon û 362 hezar û 415 kes jî baş bûne.(RT/AY)