Duh 6 hezar û 436 kes bi Covid-19ê ketine, 165 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 148 hezar û 636 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 436 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 165 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 148 hezar û 636 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 436 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 803 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 165 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 812 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 201 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 387 hezar û 101e.
Her weha 23 hezar û 997 kes mirine. 2 mîlyon û 246 hezar û 47 kes jî baş bûne.(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.