Duh 6 hezar û 143 kes bi Covid-19ê ketine, 57 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 223 hezar û 238 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 143 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 57 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 223 hezar û 238 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 143 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 565 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 57 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 214 nexweş baş bûne û rewşa 791 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 381 hezar û 736e.
Her weha 49 hezar û 293 kes mirine. 5 mîlyon û 242 hezar û 945 kes jî baş bûne.
(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.