Duh 54 hezar û 740 kes bi Covid-19ê ketine, 276 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 302 hezar û 108 kesan hatine kirin û di encamê de testa 54 hezar û 740 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 276 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 302 hezar û 108 kesan hatine kirin û di encamê de testa 54 hezar û 740 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 203 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 276 kes bi nexweşiyê mirine. 35 hezar û 503 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 604 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 633 hezar û 925e.
Her weha 32 hezar û 943 kes mirine. 3 mîlyon û 194 hezar û 978 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.