Duh 5 hezar û 846 kes bi Covid-19ê ketine, 53 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 229 hezar û 846 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 846 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 53 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 229 hezar û 846 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 846 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 510 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 53 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 536 nexweş baş bûne û rewşa 730 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 420 hezar û 156e.
Her weha 49 hezar û 687 kes mirine. 5 mîlyon û 287 hezar û 94 kes jî baş bûne.
(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.