Duh 5 hezar û 809 kes bi Covid-19ê ketine, 65 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 224 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 809 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 65 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 224 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 809 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 550 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 65 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 917 nexweş baş bûne û rewşa 763 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 387 hezar û 545e.
Her weha 49 hezar û 358 kes mirine. 5 mîlyon û 248 hezar û 862 kes jî baş bûne.
(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.