Duh 5 hezar û 277 kes bi Covid-19ê ketine, 140 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 148 hezar û 425 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 277 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 140 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 148 hezar û 425 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 277 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 684 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 140 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 860 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 905 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 429 hezar û 605e.
Her weha 25 hezar û 73 kes mirine. 2 mîlyon û 307 hezar û 721 kes jî baş bûne.(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.