Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 246 hezar û 210 kesan hatine kirin û di encamê de testa 41 hezar û 998 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 508 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 185 kes bi nexweşiyê mirine. 22 hezar û 674 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 311 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 487 hezar û 50e.
Her weha 32 hezar û 263 kes mirine. 3 mîlyon û 105 hezar û 350 kes jî baş bûne.(RT/AY)