Duh 4 hezar û 833 kes bi Covid-19ê ketine, 52 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 215 hezar û 294 kesan hatine kirin û di encamê de testa 4 hezar û 833 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 52 kes jî mirine.
.jpeg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 215 hezar û 294 kesan hatine kirin û di encamê de testa 4 hezar û 833 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 390 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 52 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 937 nexweş baş bûne û rewşa 736 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 409 hezar û 27e.
Her weha 49 hezar û 576 kes mirine. 5 mîlyon û 275 hezar û 231 kes jî baş bûne.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.