Duh 4 hezar û 418 kes bi Covid-19ê ketine, 50 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 216 hezar û 152 kesan hatine kirin û di encamê de testa 4 hezar û 418 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 50 kes jî mirine.
.jpeg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 216 hezar û 252 kesan hatine kirin û di encamê de testa 4 hezar û 418 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 404 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 50 kes bi nexweşiyê mirine. 4 hezar û 161 nexweş baş bûne.
Her weha 49 hezar û 782 kes mirine. 5 mîlyon û 298 hezar û 446 kes jî baş bûne.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.