Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 4 hezar û 215 kesên din peyda bûye. 116 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 820an. Her weha 2 hezar û 592 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 158 hezar û 811 kesan hatiye kirin.
Heta niha 16 mîlyon û 623 hezar û 489 test hatiye çêkirin. 425 hezar û 628 kes bi nexweşiyê ketine û 11 hezar û 820 kes jî pê mirine.
Heta niha 361 hezar û 655 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.8e û hejmara nexweşên giran jî 3 hezar û 742e. (EKN/AY)