Duh 33 hezar û 243 kes bi Covid-19ê ketine, 143 kes mirine

Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 366 hezar û 536 kesan hatine kirin û di encamê de testa 33 hezar û 243 kesan pozîtîf derketiye, 143 kes pê mirine û 68 hezar û 822 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 725 hezar û 502 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 52 milyon û 880 hezar û 970 kesan doza 2yem, 27 milyon û 345 hezar 761 doza sêyem, li ser hev 146 milyon û 144 hezar û 478 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AY)