Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 225 hezar û 511 kesan hatine kirin û di encamê de testa 32 hezar û 404 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 325 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 154 kes bi nexweşiyê mirine. 18 hezar û 15 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 998 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 240 hezar û 577e.
Her weha 31 hezar û 230 kes mirine. 2 mîlyon û 975 hezar û 108 kes jî baş bûne.(EKN/AY)