Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 362 hezar û 217 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 709 kesan pozîtîf derketiye, 234 kes pê mirine û 26 hezar û 461 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 234 hezar û 957 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 54 milyon û 734 hezar û 206 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 46 milyon û 926 hezar û 728 kesan doza 2yem, 10 milyon û 830 hezar û 437 kesan doza sêyem, li ser hev 113 milyon û 418 hezar û 257 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KÖ/AY)