Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 183 hezar û 624 kesan hatine kirin û di encamê de testa 31 hezar û 923 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 6 hezar û 690 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin. Her hewa 193 kes jî mirine. 4 hezar û 821 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 502 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 513 hezar û 656 e. Her weha 14 hezar û 129 kes mirine. 414 hezar û 141 kes jî baş bûne.
Şaredariya Stenbolê: 199 kes ji ber şewbê mirine
Serokatiya Daîreya Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku duh li Stenbolê 434 kes mirine û mirina 199 ji wan ji ber şewbê ye.
Di rowên dawiyê de him Wezareta Tenduristiyê him jî Serokatiya Daîreya Goristanan a IBByê daneyên nakok diweşînin.
Li gorî her du saziyan hejmara miriyan wiha ye:
22yê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 139 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 186 kes mirine
23yê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 153 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 201 kes mirine
24ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 161 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 211 kes mirine
25ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 168 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 203 kes mirine
26ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 177 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 179 kes mirine
28ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 182 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 173 kes mirine
29ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 185 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 173 kes mirine
30ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 188 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 213 kes mirine
1ê Kanûna Pêşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 190 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 188 kes mirine
2ê Kanûna Pêşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 193 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 199 kes mirine
(EKN/AY)