Duh 29 hezar û 617 kes bi Covid-19ê ketine, 229 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 204 hezar û 289 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 617 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 229 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 204 hezar û 289 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 617 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 5 hezar û 64 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 229 kes bi nexweşiyê mirine. 28 hezar û 164 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 973 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan mîlyon û 866 hezar û 345e.
Her weha 16 hezar û 646 kes mirine. Mîlyon û 631 hezar û 944 kes jî baş bûne. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.