Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 220 hezar û 109 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 58 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 305 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 153 kes bi nexweşiyê mirine. 17 hezar û 164 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 968 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 208 hezar û 173e.
Her weha 31 hezar û 76 kes mirine. 2 mîlyon û 957 hezar û 93 kes jî baş bûne.(RT/AY)