Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 355 hezar û 442 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 386 kesan pozîtîf derketiye, 227 kes pê mirine û 31 hezar û 18 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 395 hezar û 108 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 53 milyon û 753 hezar û 136 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 44 milyon û 285 hezar û 452 kesan doza 2yem, 10 milyon û 340 hezar û 145 kesan doza sêyem, li ser hev 109 milyon û 129 hezar û 219 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)