Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 362 hezar û 213 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 465 kesan pozîtîf derketiye, 198 kes pê mirine û 29 hezar û 160 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 187 hezar û 264 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 59 hezar û 732 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 47 milyon û 817 hezar û 661 kesan doza 2yem, 10 milyon û 924 hezar û 580 kesan doza sêyem, li ser hev 114 milyon û 807 hezar û 774 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)