Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 364 hezar û 351 kesan hatine kirin û di encamê de testa 27 hezar û 592 kesan pozîtîf derketiye, 175 kes pê mirine û 28 hezar û 285 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 123 hezar û 972 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 119 hezar û 518 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 192 hezar û 722 kesan doza 2yem, 11 milyon û 532 hezar doza sêyem, li ser hev 119 milyon û 726 hezar û 75 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)