Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 264 hezar û 647 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 597 kesan pozîtîf derketiye, 124 kes pê mirine û 14 hezar û 954 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de milyon û 462 hezar û 13 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 42 milyon û 555 hezar û 988 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 30 milyon û 470 hezar û 7 kesan doza 2yem, 5 milyon û 988 hezar û 679 kesan doza sêyem, li ser hev 79 milyon û 14 hezar û 674 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)