Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 338 hezar û 536 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 338 kesan pozîtîf derketiye, 195 kes pê mirine û 24 hezar û 403 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 123 hezar û 898 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 164 hezar û 675 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 48 milyon û 100 hezar û 346 kesan doza 2yem, 10 milyon û 960 hezar û 33 kesan doza sêyem, li ser hev 115 milyon û 255 hezar û 712 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)