Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 347 hezar û 362 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 948 kesan pozîtîf derketiye, 201 kes pê mirine û 26 hezar û 175 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 70 hezar û 738 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 392 hezar û 343 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 48 milyon û 655 hezar û 853 kesan doza 2yem, 11 milyon û 136 hezar û 208 kesan doza sêyem, li ser hev 116 milyon û 280 hezar û 951 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)