Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 350 hezar û 933 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 852 kesan pozîtîf derketiye, 215 kes pê mirine û 25 hezar û 258 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 192 hezar û 645 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 867 hezar û 39 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 49 milyon û 707 hezar û 889 kesan doza 2yem, 11 milyon û 685 hezar û 335 kesan doza sêyem, li ser hev 118 milyon û 559 hezar û 680 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)