Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 305 hezar û 47 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 496 kesan pozîtîf derketiye, 283 kes pê mirine û 20 hezar û 4 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 691 hezar û 422 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 48 milyon û 854 hezar û 935 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 37 milyon û 645 hezar û 172 kesan doza 2yem, 8 milyon û 760 hezar û 897 kesan doza sêyem, li ser hev 95 milyon û 565 hezar û 306 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)