Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 355 hezar û 252 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 556 kesan pozîtîf derketiye, 196 kes pê mirine û 24 hezar û 113 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 126 hezar û 162 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 288 hezar û 895 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 505 hezar û 240 kesan doza 2yem, 12 milyon û 239 hezar 710 doza sêyem, li ser hev 120 milyon û 516 hezar û 813 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)