Duh 22 hezar û 388 kes bi Covid-19ê ketine, 304 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 253 hezar û 382 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 388 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 304 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 253 hezar û 382 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 388 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 401 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 304 kes bi nexweşiyê mirine. 37 hezar û 298 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 378 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 977 hezar û 982e.
Her weha 42 hezar û 187 kes mirine. 4 mîlyon û 626 hezar û 799 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.