Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 251 hezar û 224 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 890 kesan pozîtîf derketiye, 96 kes pê mirine û 5 hezar û 539 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 233 hezar û 338 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 41 milyon û 37 hezar û 606 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 27 milyon û 413 hezar û 124 kesan doza 2yem, 4 milyon û 920 hezar û 498 kesan doza sêyem, li ser hev 73 milyon û 371 hezar û 228 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)