Duh 2 hezar û 305 kes bi Covîd-19ê ketine û 77 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 368 hezar û 513 kes bi Covîd-19ê ketine û 10 hezar û 27 kes jî pê mirine

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 305 kesên din peyda bûye. 77 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 10 hezar û 27an. Her weha hezar û 662 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 128 hezar û 312 kesan hatiye kirin.
Heta niha 13 mîlyon û 606 hezar û 764 test hatiye çêkirin. 368 hezar û 513 kes bi nexweşiyê ketine û 10 hezar û 27 kes jî pê mirine.
Heta niha 319 hezar û 181 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.0e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 836e. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.