Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 198 kesên din peyda bûye. 75 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 874an. Her weha hezar û 618 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 132 hezar û 913 kesan hatiye kirin.
Heta niha 13 mîlyon û 350 hezar û 802 test hatiye çêkirin. 363 hezar û 999 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 874 kes jî pê mirine.
Heta niha 316 hezar û 8 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.0e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 780e. (EKN/AY)