Duh 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19ê ketine û 68 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 353 hezar û 426 kes bi Covîd-19ê ketine û 9 hezar û 513 kes jî pê mirine

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 13 kesên din peyda bûye. 68 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 513an. Her weha hezar û 507 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 117 hezar û 943 kesan hatiye kirin.
Heta niha 12 mîlyon û 759 hezar û 069 test hatiye çêkirin. 353 hezar û 426 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 513 kes jî pê mirine.
Heta niha 308 hezar û 446 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.6e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 504e. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.