Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 353 hezar û 152 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 859 kesan pozîtîf derketiye, 187 kes pê mirine û 25 hezar û 532 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 708 hezar û 402 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 51 milyon û 242 hezar û 632 kesan doza 2yem, 15 milyon û 321 hezar 143 doza sêyem, li ser hev 125 milyon û 761 hezar û 472 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AY)