Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngliîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 279 hezar û 63 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 391 kesan pozîtîf derketiye, 269 kes pê mirine û 24 hezar û 289 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 734 hezar û 914 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 49 milyon û 551 hezar û 529 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 38 milyon û 288 hezar û 329 kesan doza 2yem, 8 milyon û 922 hezar û 484 kesan doza sêyem, li ser hev 97 milyon û 113 hezar û 297 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)