Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 196 hezar û 110 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 103 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 3 hezar û 412 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 254 kes bi nexweşiyê mirine. 34 hezar û 419 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 192 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 43 hezar û 704e.
Her weha 18 hezar û 351 kes mirine. Mîlyon û 834 hezar û 705 kes jî baş bûne.(EKN/AY)