Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 281 hezar û 184 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 847 kesan pozîtîf derketiye, 154 kes pê mirine û 14 hezar û 426 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 422 hezar û 949 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 44 milyon û 20 hezar û 437 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 32 milyon û 916 hezar û 449 kesan doza 2yem, 6 milyon û 612 hezar û 245 kesan doza sêyem, li ser hev 83 milyon û 549 hezar û 131 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)