Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 355 hezar û 753 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 771 kesan pozîtîf derketiye, 168 kes pê mirine û 21 hezar û 605 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 719 hezar û 425 doz derzî hatine kirin
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 753 hezar û 275 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 51 milyon û 321 hezar û 64 kesan doza 2yem, 16 milyon û 266 hezar 937 doza sêyem, li ser hev 127 milyon û 285 hezar û 128 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)