Duh 14 hezar û 494 kes bi Covid-19ê ketine, 194 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 183 hezar û 413 kesan hatine kirin û di encamê de testa 14 hezar û 494 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 194 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 183 hezar û 413 kesan hatine kirin û di encamê de testa 14 hezar û 494 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 477 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 194 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 908 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 410 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 270 hezar û 101e.
Her weha 21 hezar û 879 kes mirine. 2 mîlyon û 155 hezar û 338 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.