Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 139 hezar û 429 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 215 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 767 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 64 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 106 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 239 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 793 hezar û 632e.
Her weha 29 hezar û 94 kes mirine. 2 mîlyon û 632 hezar û 30 kes jî baş bûne.(EKN/AY)