Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 183 hezar û 3 kesan hatine kirin û di encamê de testa 12 hezar û 171 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 370 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 194 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 211 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 201 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 296 hezar û 102e.
Her weha 22 hezar û 264 kes mirine. 2 mîlyon û 172 hezar û 251 kes jî baş bûne.(EKN/AY)