Duh 11 hezar û 837 kes bi Covid-19ê ketine, 68 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 135 hezar û 291 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 837 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 68 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 135 hezar û 291 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 837 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 668 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 68 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 892 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 227 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 723 hezar û 316e.
Her weha 28 hezar û 706 kes mirine. 2 mîlyon û 586 hezar û 73 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.