Duh 11 hezar û 534 kes bi Covid-19ê ketine, 238 kes mirine
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawiyê de testa 200 û 1 hezar û 295 kesan kirine. 11 hezar û 534 kes bi Covid-19ê ketine. Ji van hezar û 217 kes weke nexweş hatine qebûlkirin. 238 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawiyê de testa 200 û yek hezar û 295 kesan kirine. 11 hezar û 534 kes bi Covid-19ê ketine. Ji van hezar û 217 kes weke nexweş hatine qebûlkirin. 238 kes jî mirine. 55 hezar û 472 kes ji newxeşiyê filitîne û rewşa 2 hezar û 765 kesan giran e.
Li gorî heman daneyan heta niha 5 milyon hu 83 hezar û 996 kes bi nexweşiyê ketine, 44 hezar û 59 kes mirine. 4 milyon û 856 hezar û 763 kes jî baş bûne. (RT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.