Duh 11 hezar û 520 kes bi Covid-19ê ketine, 65 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 138 hezar û 18 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 520 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 65 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 138 hezar û 18 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 520 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 689 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 68 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 191 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 224 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 734 hezar û 836e.
Her weha 28 hezar û 771 kes mirine. 2 mîlyon û 593 hezar û 264 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.