Duh 11 hezar û 1937 kes bi Covid-19ê ketine, 23 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 217 hezar û 276 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 937 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 203 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 217 hezar û 276 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 937 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 916 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 220 kes bi nexweşiyê mirine. 10 hezar û 125 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 23 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 139 hezar û 485e.
Her weha 45 hezar û 186 kes mirine. 4 mîlyon û 971 hezar û 245 kes jî baş bûne. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.