Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 129 hezar û 299 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 187 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 735 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 68 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 785 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 261 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 780 hezar û 417e.
Her weha 29 hezar û 30 kes mirine. 2 mîlyon û 623 hezar û 924 kes jî baş bûne.(RT/AY)