Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 180 hezar û 303 kesan hatine kirin û di encamê de testa 10 hezar û 220 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 3 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 174 kes bi nexweşiyê mirine. 10 hezar û 301 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 783 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 336 hezar û 476e.
Her weha 22 hezar û 981 kes mirine. 2 mîlyon û 208 hezar û 451 kes jî baş bûne.(EKN/AY)